Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA-Bi dehan kesayetiyên neteweyî, siyasî, çandî û eşîrî yên Urdunê bi weşandina daxuyaniyekê hevbeş, daxwaza derxistina hêzên biyanî ji axa vî welatî kirin û li ser pêwîstiya parastina serweriya neteweyî hingav danîn.
Li gor nivîsara malpera televîzyona El-Meyadîn, îmzekerên vê daxuyaniyê ji hikûmeta Urdunê xwestin ku peymana ewlehî-leşkerî ya bi Amerîkayê re hatîye girêdan betal bike û wê ji bo rakirin an sînordarkirinê radestî parlemana vî welatî bike.
Di vê daxuyaniyê de hatiye gotin ku hebûna hêzên biyanî li axa Urdunê, vî welatî dike ber metirsiyên ewlehî, siyasî û aborî, lê tu sûdeyek ji bo Urdunê bi xwe re naîne. Herwiha hatiye tekezkirin ku bicihbûna van hêzan îhtîmala kişandina Urdunê nav şerê herêmî yê ku aliyê wê ne ye, zêde dike.
Zêdetir bixwîne
Îtirafa Trump: Îraniyan di êrişa li ser leşkerên me yên li Urdunê de serkeftî bûn
Zirara giran li bingehên Amerîkayê yên li Urdunê
Kesayetiyên îmzeker herwiha li ser pêwîstiya parastina sazî û binesaziyên stratejîk ên Urdunê û pêşîgirtina ji bikaranîna wan di her operasyoneke leşkerî ya ku bi şerê li dijî gelên herêmê ve girêdayî ye, tekezkirin.
Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye gotin: «Urdun aliyê vî şerî nîne û divê gelê vî welatî encamên wê tehemûl neke an jî bihayê siyasetên ku li gor berjewendiyên bilind ên welêt nîne, bide.»
Van kesayetiyan ji rayedarên Urdunê xwestin ku herî zû tedbîrên pratîkî ji bo dûrxistina Urdunê ji vî şerî û pêşîgirtina ji encamên lihevhatina bi siyasetên Amerîkayê re bigirin û siyaseta «bêalîtiya rastîn» bi kar bînin; siyaseta ku li ser nebeşdarbûnê di her çalakiyeke leşkerî an lojîstîkî de ji berjewendiya her yek ji aliyên têkildar ve pêk tê.
Dawiya peyam/
Your Comment